SerekeSîyasî

Admîralê t’irkayî berê: “T’irk’îya niha li ber Sêvra duda ber xwe dide”

Admîralê t’irkayî berê Cêm Gyûrdênîz derheqa bûyarên li be’h’ra Sipî şirove kirîye, r’ûê çida h’alê sertî di navbera T’irk’îyayê û Yûnanistanêda k’ûr bûye.Gyûrdênîz derheqa R’ojavayêda daye dîyarkirinê û gotîye,wekî R’ojava bi xerîta Sêvrê dijî T’irk’îyayê derk’etîye, anegorî k’îjanê tê têr’adîtinê ku T’irk’îyayê paşda bidin, nava sînorên Anatolîyayêda biguvêşin. “Bi vê xerîtê me mecbûr dikin, ku em be’h’ra Êgêyê bi t’emamî çawa be’h’ra yûnanî qebûlkin”,- Gyûrdênîz gotîye û serda zêde kirîye, wekî destpêka salên 2OOO-ê T’irk’îya dijî wê xerîtê derk’etîye. Bi gotina admîralê t’irk, ne ku T’irk’îya gerekê t’abîya xwe biguhêr’e, lê Yûnanistan gerekê wê yekê bike, çimkî T’irk’îya çawa ku ewî gotîye, wê yekê dip’arêze çi ku ya wêye. “Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dixweze bi cûr’ê xwe T’irk’îyayê dayne ser alîkî bona ku bikaribe ku T’irk’îyayê borcdarke, ku li herêmê sîyasîya amêrîkî mîyaserke. Piştî “şer’ê sar” T’irk’îya paşda veger’îyaye li ser sîyasîya xwe û ji wê yekê paşda nasekine. Pirsên wêye pêşin li be’h’ra Sipî, li Qibrisê, û li be’h’ra Êgêyê berjewandîyên wêne. Mezinên h’emdinîyayê naxwezin ku T’irk’îya ji alîyê be’h’rê û ênêrgêtîkayêda welatekî qewatbe.Ji vî alîda r’êzolyûsîyayêyn dijî T’irk’îyayê, qedexekirinên dayîna sîlih’a û sanksîyayên mayîn bi wî meremîne, ku ew “xeta” xwe borcdarkin. T’irk’îya gerekê ber xwe bide û mecbûre wê yekê bike, çimkî heger berxudan bişkê, emê li ber Sêvra duda bi r’û bi r’û bisekinin”,-Gyûrdênîz gotîye.Ewî ew ssênar çawa tiştê nebûyînê h’esab kirîye, bi k’îjanê endamên NATO-ye mînanî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Fransîyayê wextê p’evçûyîna leşkerî dijî T’irk’îyayê, piştgirîyê bidine Yûnanistanê. Bi gotina Gyûrdênîz wî çaxî t’ifaqa wan wê hilweşe. “T’irk’îya bi saya senaya p’arastinê qewat bûye. Ew hîvîya wê yekê nîbûn,wekî T’irk’îya nava be’h’rêda wî cûr’eyî qewatbe û wê nava goveka senaya p’arastinêda bighîje wê qewatê, ya ku wê îzinê bide ku dijî wan derk’evin. R’ûê wê yekêda niha serê R’ojavayêda t’evlîhevbûn çê bûye. T’irk’îya li Lîbîyayê, Qibrisê baza çê dike. Evana ew tiştin, yên ku ji wê dîzaynê dûrin, ya ku R’ojavayê bona T’irk’îyayê k’işandîye. Bona ku hînî van tişta bibin, we’de wê lazim bê. Her welatek jî dixweze pêşîya r’ûniştandina li ber sivira hevr’axeberdana qewatbe. T’irk’îya jî hema wê yekê dike”,- admîralê t’irk gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button