Sîyasî

Kinyaz H’esenov:dijminê cime’tên ermenî û k’urd yek e

Seroketîya T’irk’îyayê her dem derheqa wê yekêda e’lam dike,wekî lazime PKK-ê û k’urdên li wî welatî bidine t’unekirinê. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji frak’sîya “Gava min”, wek’îlê dîyaspora k’urdên Ermenîstanê Kinyazê H’emîd /H’esenov/ wextê civîna parlamêntê gotîye. “Ajansên Sûrîyayêye înformasîyon çend meh pêşda e’lam kirin, wekî seroketîya t’irka têr’orîsta hazir dike, bo ku ji Sûrîyayê bişîne Adirbêcanê. Em kirinên T’irk’îyayê gunehk’ar dikin û derheqa piştgirya hindava cime’ta ermenîda e’lam dikin”,- Kinyazê H’emîd gotîye. Bi gotina wî, k’urdên T’irk’îyayê, Sûrîyayê, Îranê û Îraqê sîmpatîya xwe hindava Ermenîstanê û cime’ta wêda didine k’ifşê. “Li parlamênta Sûrîyayê, parlamêntvanên k’urd çend cara pirsa derheqa naskirina k’omkujîya Ermenî bilind kirine û bona wê yekê ew ji alîyê T’irk’îyayêda hatine h’ukumkirinê. Bi vî cûr’eyî dijminê cime’tên me yek e û cime’t gerekê hevk’arîyê bikin, bo ku gavên agrêsîv bidine paşdadayînê”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button