Sîyasî

“Bavo, ez gerekê şer’ bikim”: zar’oka biç’ûk dixweze her’e Qerebag’ê/Vidêyo/

Li Qerebag’ê niha şer’ê giran diqewime û ne t’enê mezin, lê usa jî zar’ok dixwezin her’in wir. Bêguman, ew guhdarîya axavtinên dê û bava dikin û fe’m dikin ku çi diqewime. Bo wê yekê jî r’êaksîya vê zar’okê usa tê k’ifşê. Vîdêoyêda dîyare ku zar’oka bi navê Narêk bavê xwer’a şirove dike û dibêje, ku ewê her’e Qerebag’ê. Ewî forma leşkerî derxistîye û dixweze xweke.Ew digrî û dibêje, ku dixweze her’e Qerebag’ê, bona ku welatê xwe bip’arêze. Bavê wî jê dipirse, ku ewê li wir çi bike û ew dibêje bavê xwe, ku ewê şer’ke.Bav şirove dike, wekî ew gerekê mîna mezina şer’ke, lê zar’ok dîsa ser fikira xweye . “Na, ez dixwezim her’im”,-Narêk dibêje.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button