Sîyasî

Alîk’arê serokê Adirbêcanê şedetîya wê yekê daye ku leşkerê tirk li Gencayê bûye /wêne/

Çawa ku H’ecîêv îzbat dike, êmblêma t’irkî li ser milê wî leşkerî bûye, yê ku wextê êrîşa r’okêta li Qencayê bûye.Alîk’arê serokê Adirbêcanê Hîk’mêt’ H’ecîêv wêne belav kirîye, li k’îderê li ser milê leşkerê t’irk êmblêma t’irkî ye.H’ecîêv derheqa wa gotî «ji têrîtorîya Ermenîstanê» bombekirina Genceyê raber kiriye û wêne belav kirîye.Diha dereng e’yan bûye, wekî li Genceyê /Kîrovabad/ fir’egeha Adirbêcanêye leşkerî hatîye wêrankirinê.Em bîr bînin, wekî teyarên leşkerîye, ku ji wê fir’egehê derdik’etin, ne t’enê dijî Arsaxê, lê usa jî dijî Ermenîstanê agrêsîya mîyaser kirine.Wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê bi r’esmî e’lam dike, wekî ji K’omara Ermenîstanê berbi Adirbêcanê nayê agirkirinê.Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.Anegorî sisê cotmehê seh’eta 22:OO r’ûyê agirkirinên azêrîyada 202 leşker û 8 binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî li alîyê azêrîya 2730 kuştî û 4400 birîndar hene. Li Arsaxê û li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê. 29-ê îlonê û yekê cotmehê, hêzên azêrîya usa jî neh’îya Ermenîstanêye Vardênîsê xistine. R’ûê agirkirina aparata azêrîyaye bêpîlotda, ot’obûsek şewitîye û binelîkî sîvîl wefat bûye. Binelîkî sîvîl jî li qeza Gêg’ark’ûnîkê bûye cangorî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button