Sîyasî

K’engê dikarin hêzên R’ûsîyayêye li Ermenîstanê bona ç’arserkirina bêqezîyabûna Ermenîstanê bidine xebatê

Li Ermenîstanêye baza R’ûsîyayêye hejmara 1O2-a û Ermenîstan t’evî R’ûsîyayê sîstêma p’arastina hewêye t’evayî saz kirîye. Dora vê peymanê zelal tê gotinê, ku k’engê dikarin hêzên r’ûsaye li Ermenîstanê bona ç’arserkirina bêqezîyabûna Ermenîstanê bidine xebatê.R’ojne’ma almanîye “Bild”-ê wextê hevp’eyvîna t’evî serekwezîrê Ermenîstanê pirs dane serekwezîr û Nîkol P’aşînyan caba wê pirsê daye ku gelo eskerê r’ûsa wê alî Ermenîstanê bike, yan na. Çawa caba wê pirsê, Nîkol P’aşînyan gotîye, wekî anegorî peymanê bûyarên konkrêt têr’a hatine dîtinê û ew gumane heger ew bûyar bibin, R’ûsîyayê borcdarîyên xweye anegorî peymanê biqedîne. Em bîr bînin,wekî 27-ê îlonê şebeqê, Adirbêcanê êrîşa leşkerîye berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.Anegorî h’esabên sisê cotmehê, êvarê seh’eta 22:OO, r’ûyê agirkirinên azêrîyada 202 leşker û 8 binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî li alîyê azêrîya 2730 kuştî û 4400 birîndar hene. Azêrîya usa jî zyana têxnîka leşkerîye mezin dîtîye. Anegorî h’esabên dawî, hêzên Adirbêcanêye sîlih’kirî 14 teyare, 14 h’elîk’op’t’êr, 123 aparatên bêpîlot /diron/, sê stansîyayên r’okêtaye TOS-1, çar sîstêmên r’êaktîve ” Smêrç'”, 372 tank û maşînên zirih’kirî unda kirine. 29-ê îlonê û yekê cotmehê hêzên azêrîya usa jî berbi Ermenîstanê agir kirine. Ew derb gîhandine Vardênîsê û Masrîka Mezin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button