Sîyasî

P’aşînyan bi banga xwe berbir’î wan meriva bûye, yên ku nava vê sala dawîda ji leşkerîyê azad bûne

Serekweîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan bi bangê berbir’î wan genca bûye, yên ku nava sala dawîda ji leşkerîyê çûne malên xwe. Ewî bang kirîye û daye dîyarkirinê, ku ew genc her’in komîsarîyatên leşkerî û li wir navên xwe bidine nivîsarê. “Lawikno, welat h’ewcê weye. Ji vî çaxîda destpêkirî bila ew xortên nava sala dawîda qulixa xweye leşkerî xilaz kirine, bêyî berevbûnên mezin her’ine komîsarîyata leşkerîye merk’ezî.Ewên ku ji leşkerîyê k’incê xweye leşkerî birine malê, bira carekêr’a bi wan k’inca bên”,- ewî gotîye. Serekwezîr usa jî bangî h’emûya kirîye, ku li cem k’ê k’incên leşkerîye germ hene, bila bibin cîyê anegor t’eslîmkin. “Eva Sedraveke nûye û em gerekê li r’ex hevbin, mil bidine hevdu bisekinin û me’zme’zkê pişta dijmin bişkênin.Gilî ne ku derheqa şêr’dane, lê derheqa şer’ê mirin û jîyanêdane”.
Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.Anegorî pence cotmehê seh’eta 13:OO r’ûyê agirkirinên azêrîyada 223 leşker û 18 binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî li alîyê azêrîya 3154 kuştî û 5OOO birîndar hene. Li Arsaxê û li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê. 29-ê îlonê û yekê cotmehê, hêzên azêrîya usa jî neh’îya Ermenîstanêye Vardênîsê xistine. R’ûê agirkirina aparata azêrîyaye bêpîlotda, ot’obûsek şewitîye û binelîkî sîvîl wefat bûye. Binelîkî sîvîl jî li qeza Gêg’ark’ûnîkê bûye cangorî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button