Sîyasî

Şedetîyên nû, yên derheqa tevbûna Tirkîyayêye tevî şerê Arsaxê raberî mehkema Avropayêye mafên mêriv kirine

Wekîlê Ermenîstanêyî li mehkema Avropyaêye mafên mêriv gotîye,wekî hukumata Ermenîstanê teslîmkirina şedetîyên derheqa teribandina mafên mêrive ji alîyê Adirbêcanêda berdewam dibe. “Nava rojên derbazbûyîda şedetîyên nû, yên derheqa tevbûna Tirkîyayêye tevî opêrasîyonên leşkerîye li Arsaxê hatine raberkirinê”,-nava elametîyêda hatîye gotinê. Li ser bingeha şedetîya, Adirbêcan bona teribandina cêrge konvênsîyayêyn avropîye mafên mêriv gerekê li ber cabdarîyê bisekine.Pêşda eyan bibû, wekî Tirkîya ji bakûrê Sûrîyayê kirêkirîya cîguhastî Adirbêcanê dike,bona ku ew dijî Arsaxê û Ermenîstanê şerkin.Anegorî wê înformasîyayê, ji 15OO-î hetanî 2OOO dolar bona tevbûna tevî opêrasîyonên leşkerî dane wan.Ev melûmetî ne tenê seroketîya Ermenîstanê û Arsaxê, prêssa navnetewî û teşkîletên mafparêze li welatên der îzbat kirine, lê usa jî ji alîyê wekîlên seroketîyên Sûrîyayê,Fransîyayê, Rûsîyayê, ŞAY û welatên mayînda hatîye îzbatkirinê.Fransîyayê û Rûsîyayê bi dereca here bilind bona wê yekê xemgînî elam kirine, wekî çekdarên ji Sûrîyayê tevî opêrasîyonên dew û doza Arsaxê dibin. Mehkemê dewekarîya hukumata Ermenîstanê daye razîkirinê û qirara 29-ê îlonê îzbat kirîye, bangî hemû welata kirîye, nava wanda usa jî Tirkîyayê ji teribandina mafên mêrive anegorî konvênsîyayê dûr bimînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button