Sîyasî

“Arsaxê bidin, emê Mêgrîyê û paşê Yêrêvanê jî bidin”: Ararat Mîrzoyan

Arsax welatê me ye, mala me ye: welatê xwe û mala xwe bi tu bihayî nadin. Derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “Ev şer ji nûva destpê nebû ye. Ev şer çend sedsalin ku dijî me tê kirinê. Armanc ew nîne, ku axê dagirkin. Armanc tunekirina miletê me ye, hildana me ye ji ser xerîtê ye, heger mecal jî hebe, wê bi temamî xezakin.Li Serdiravê, wextê Şerê Nijdêh, wextê Şerê Arsaxê me ew yek daye sekinandinê. Me formûla guhartîye. Ew dixwezin vê yekê bişkênin û careke mayîn berê me bidine Dêr Zorê. Heger em Arsaxê bidin, emê paşê Mêgrîyê û Yêrêvanê bidin. Em gerekê bisekinin, rêyeke başqe tune. Çend cara em hetanî dawîyê gerekê bisekinin. Arsax mala me ye, welatê me ye.Welat û mal nayêne dayînê.Bi tu bihayî nayêne dayînê. Bila bijî cimeta ermenî.Emê ser bikevin”,-ewî nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button