Sereke

Diqewime Beku 99 selefê eskerê xwe jî undake, lê bo serkarîkirina xwe nesekine: Hovhannîsyan

Diqewime Adirbêcan 99 selefê eskerê xwe jî undake, usa jî sîstêmên cûre-cûre, lê bo serkarîkirina xwe nesekine.Derheqa wê yekêda, wextê rasthatina tevî rojnemevana, wekîlê wezîreta parastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye, wexê ku ewî bersiva wê pirsê daye, ku bona çi alîyê ermenî nacêribîne şêr bide sekinandinê, bi derbgîhandina sîstêmên Adirbêcanêye girîng.
“Wan derba dighînine dijmin, yên ku pêwîstin. Bo çi hûn difikirin ku piştî derbgîhandinekê Adirbêcan gerekê gavên xwe bide sekinandinê.Em gelek cara bi normên xwe difikirin, ku heger em hukumî li ser vê xalê bikin şerê xilaz bibe, lê yê pêşberî te usa nafikire”,-Hovhannîsyan gotîye. Bi gotina wî, Adirbêcan boy rûmethizîya xwe dikare nesekine, her dem nîne ku ssênar dikarin bi xwestina me pêşda herin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button