
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî civiyane.
Serokatîya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî daxuyaniyek daye.
Li gorî daxuyanîya serokatîya Herêma Kurdistanê, her du alîyan rewşa kurdan ya li Sûrîyayê gotûbêj kirine.
Rewşa kurdan û hevkarîya bi Şamê re
Di daxuyanîyê de hatîye ragihandin ku di civînê de bipêşketinên dawî yên sîyasî û ewlehîyê yên Sûryayê û herêmê hatine nirxandin.
Di civînê de her wiha rewşa kurdan û pêkhateyên din yên li wî welatî hatine gotûbêjkirin.
Hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û lihevtêgihiştina di navbera alîyên kurdî de bûne mijarên din yên hevdîtinê.
Di heman demê de hevahengî û hevkarîya bi Şamê re jî bi berfirehî hatine nirxandin.
Tekezîya li ser dîyalogê
Her du alîyan tekezî li ser girîngîya berdewamîya diyalogê, parastina aramîyê û dabînkirina aşîtîyê ya li herêmê kirine.
Li gorî serokatîya Herêma Kurdistanê, bipêşxistina hevahengîyê û rûbirûbûna metirsîyên têrorê ji bo parastina aramîyê, mijarên din ya vê civînê bûne.







