H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Aropayê 34 mîlyon yûro alîkarîya awarte dide Ermenîstanê

Komîsîya Avropayê 34 mîlyon yûro ji bo kêmkirina bandora sînordarkirinên bazirganîyê yên Rûsyayê li ser sêktora taybet ji Ermenîstanê re veqetandîye.Tenê du heftê piştî pêwendîya têlefonê ya serok fon dêr Layênê û serokwezîr Paşînyan, Yekîtîya Avropayê sozên xwe yên ji bo piştgirîya Ermenîstanê û gelê wê bi cîh tîne.

Ev alîkarîya darayî beşa yekem ya pakêta piştgirîyê ya berfireh e ku ji alîyê serok fon dêr Layênê ve hatîye ragîhandin, ku tê de tedbîrên hêsankirina bazirganîyê û hevgirtinê yên ku armanc dikin ku berxwedana aborî ya Ermenîstanê qewîn bikin, hene.

Li ser bingeha rêkeftinên ku di civîna bilind ya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê ya meha borî de hatine bidestxistin, Yekîtîya Avropayê û Ermenîstan wê hevkarîya xwe ya nêzîk bidomînin, têkilîyên karsazîyê kûr bikin û gihîştina bazarê ji bo hilberînerên ermenî berfireh bikin.Sêktorên ku ji sînordarkirinên bazirganîyê bandor dibin, di nav de hilberîna çandinî-xwarinê, çandinîya kulîlkan û sêktorên din yên ku ji bo hinardekirinê têne armanc kirin, wê bi rêya înîsîyatîvên pêşvebirina bazirganîyê, bûyerên tora karsazîyê û bernameyên armanckirî ji bo zêdekirina gihîştina bazarê piştgirîyek zêde bistînin.

Hêza peywirê ya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê ya li ser berxwedana aborî ji bo rêberîkirin û şopandina pêkanîna van tedbîran bi rêkûpêk dicive.

Komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kosê daye kifşê:

“Yekîtîya Avropayê wek welatekî serwêr, dêmokratîk û serbixwe bi tundî li kêleka Ermenîstanê radiweste.Em ne tenê piştgirîya darayî peyda dikin, lê di heman demê de alîkarîya Ermenîstanê dikin ku bazirganîyê bi cînarên xwe û bi Avropayê re hêsan bike.Ev nîşaneke pratîkî ya hevgirtina Avropayê ye li himber yek ji hevkarên me yên here nêzîk”.Komîsar Kos wê  5 ê tîrmehê serdana Ermenîstanê bike da ku di çarçoveya hevkarîya bi Ermenîstanê re gavên pratîkî yên din niqaş bike û teşwîqê bide wan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button