Sîyasî
Serekwezîrê Ermenîstanê bi sernavê “Arsaxê naske” nivîsara xwe hiştîye
Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan rûpelê xweyî Twittêrêda bang kirîye ku serbestîya Arsaxê naskin û daye dîyarkirinê, wekî meremê opêrasîyonên azêrîyaye leşkerî hindava ermenîyada paqijkirinên êtnîkîne.
“Hêzên azêrîya û têrorîstên kirêkirîye ku ji alîyê Tirkîyayêda tên serkarîkirinê, opêrsîyonên leşkerîye aktîv li Arsaxê berdewam dikin. Armanca wan ew e, ku paqijkirinên êtnîkî mîaserkin”,-serekwezîr nivîsîye.