Sereke

Ermenîstanê tevî “Ûralvagonzavod”-ê dokûmêntê îmzeke

Wextê pêşengeha navnetewîye IDEX-2021-ê alîyê ermenî pevketinên girîng dest anîne.Wezîreta Ermenîstnêye senaya têknolocîyên bilind vîdêyo belav kirîye, bi kîjanê zelal dibe, wekî Ermenîstanê tevî çend teşkîleta pirsên senaya tevayî gotûbêj kirine. “Me îdî pevketin tevî sê hevaltîya dest anîne, ku li Ermenîstanê senaya tevayî bê sazkirinê. Em gerekê hê bi hûrgilî pirsa gotûbêj bikin. Tiştê herî girîng ewe, wekî em tevî “Ûralvagonzavod”-ê gihîştine qayîlîyê û emê tevî wan dokûmêntê îmzekin, bo ku senaya tevayî sazkin”,- wekîlekî pêşengehê gotîye.Em bêjin wekî “Ûralvagonzavod” korporasîya rûsîye, ya ku bi senaya têknîka leşkerî, maşînên rêçêkirinê, çêkirina vagonên rîya hesinîva mijûl dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button