Sereke
Serekwezîr Barzanî: hemû mecal hatine pêşdakişandinê, ku bêqezîyabûna Papê Romayêye li Kurdistanê bê çareserkirinê
Wextê seredana Papê Romayêye li Hewlêrê, ya ku 7-ê adarê wê derbazbe, hukumata Herêma Kurdistanê wê hemû derfeta bona bêqezîyabûnê bide xebatê.
“Em hemû tiştî dikin, ku seredan bêqezîyabe û bo wê yekê jî em hemû tiştî didine xebatê, ku bêqezîyabûna li ser dereca bilind bê teşkîlkirinê”,-Barzanîyê serekwezîrê gotîye kanala têlêvîzîyonêye Frans 24-ê. Serekwezîr elam kirîye, wekî ew bi xwe jî rastî Papê Romayê hatîye, li Vatîkanê sibata sala 2O19-a, li kîderê cêrge pirsên derheqa mihacirada hatine gotûbêjkirinê. Lîdêrê kurd bi hêvîdarî gotîye, wekî seredana Papê Romayê wê diha zêde guhdarîya navnetewî bîne ser halê li temamîya herêmê.