Sîyasî

Piştî şêr welatîyên Ermenîstanê werguhastinên hundur, qewînbûnê û piştgirîkirina hukumatê dixwezin

Encamên lêpirsîna înstîtûta komarêye navnetewî didine kifşê, wekî civak dixweze ku li welêt werguhastinên sosîyal-êkonomîkî û qewînbûna sîyasî hebin, usa jî piştgirîyê bidine partîya Desthilatdar û hukumatê.
Çawa ku Armênprêssê nivîsîye, piştî şerê Qerebagê lêkolîn hatîye derbazkirinê û li ser wî hîmî ev yek hatîye dîyarkirinê.
“Nava halên krîzeyêda ermenî dixwezin ku hukumata wan qewînbe, û li welêt werguhastinên sosîyal-êkonomîkî bêne mîyaserkirinê. Begemîya hindava partîya Desthilat dîsa li ser dereca bilinde, lê bona piştgirîya xweykirina wê, hukumat gerekê rojeva xweye werguhastina berdewamke”,- serkarê beşa Avrasîyayê, ya înstîtûta komarêye navnetewî Stîvên Nîks gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê, ku hukumata Ermenîstanê gerekê gavên çawa biavêje, ew jî piştî agirbesta dehê mijdarê, 97% welatîya gotîye wekî hukumat gerekê li ser pirsgirêkên hundur bisekine, yên mînanî êkonomîkayê, qewînbûna sîyasî, pirsên sosîyalî.
Çareserkirina paşdaçûyîna binelîyên Arsaxêye bêqezîya çawa xemgînîya duem tê hesabê, çimkî 92% welatîya qayîle, wekî hukumat gerekê wê yekê bide çareserkirinê, ku ew paşda vegerine li wan cîha, yên ku bin kontrola aşîtîparêzên Rûsîyayêdanin.
Welatîyên Ermenîstanê dibêjin wekî bêxebatî /11%/, neqewîbûna sîyasî /12%/ û werguhastina leşkerî /8%/ pirsgirêkên serekene. Nenihêrî wan xemgînîya, aminaya hindava hukumatê dîsa li ser dereca bilinde, bi hesabhildana wê yekê, wekî 33% welatîya hazire partîya Desthilatdar bibijêre, heger hilbijartin hevtîya tê derbazbin. Anegorî lêpirsînê, partîya “Ermenîstana Gulvedayî” wê 3% denga berevke. Nenihêrî wê yekê wekî ji sala 2O19-da rêytînga serekwezîr bi 22 % nimiz bûye, nîvê welatîya yan bi 29% “gelekî baş”, yan jî ” hinekî baş” /25 %/ qîmet dikin. Piranîya welatîya û 66% wê bawarîya xwe encamên bijartina bînin, heger ew ji alîyê hukumata nihada bên teşkîlkirinê.
Piranîya welatîya piştgirîyê didine werguhastinên hilbijartinaye li Ermenîstanê, ji kîjana 74% difikire, wekî qanûna hilbijartina gerekê bê guhartinê. 73% welatîya qayîle, wekî kandîdatên bijartina gerekê bi hûrgilî raberkin, ku çi cûreyî perên xweye kampanîya bijartina xerc kirine, lê 68% welatîya difikire, wekî welatî gerekê bikaribin diha gelekî hukumî li ser sazbûna navnîşên partîya bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button