Sîyasî

Nava pirsa Qerebagêda Rûsîya guhdare, Pûtîn bi xwe wê pirsêva mijûl dibe:Tarasov

Tabîya Paşînyan û sîyasîya ji alîyê wîda pêşdakişandî, bi tomerî hildayî, anegorî berjewandîyên Moskvayêne, çimkî ew bang dike, ku xalên elametîya sêalî bidine mîyaserkirinê û rîya bidine vekirinê. Derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna tevî NEWS.am-ê sîyasîzanê rûs, pêşezanê pirsên welatên Rohilata Navîn û Qafqasîyayê, Stanîslav Tarasov gotîye. Bi gotina wî, her qewatek, xêncî Paşînyan, niha ji alîyê derda çawa qewata rêvanşê tê qebûlkirinê.
“Hevdîtina Paşînyan û Pûtîn pêşîya hilbijartina derbaz dibe.Pêşîya wê yekê xeberdanên bi têlefonê derbaz bûne, wezîrên herdu welataye karên der her dem nava tevgirêdanadanin.Wextê hilbijartina ew yek bona Paşînyan piştgirîye.Moskva wî çawa mîyaserkirê sîyasîya Ermenîstanêye sereke hesab dike”,-ewî gotîye. “Nayê texmînkirinê, wekî Moskvayê piştgirîyê bide opozîsîyayê. Rûsîya mecalê dide, wekî hilbijartin hema ji alîyê ermenîyada tên kirinê. Ew yek jî tiştekî cudaye, wekî tevgirêdanên Pûtîn û Koçaryane şexsî hene. Feqet nayê texmînkirinê, wekî Robêrt Koçaryan ji Pûtîn piştgirîyê distîne.Opozîsîyona ermenî perçebûîye û hinek pirsada piştgirîyê didine Paşînyan. Heger Paşînyan piranîya denga berev neke, wî çaxî li welêt bawar bikî wê qewînbûna sîyasî tunebe”,-Tarasov gotîye. “Nava pirsa Qerebagêda Rûsîya guhdare û Pûtîn bi xwe wê pirsêva mijûl dibe. Pêwandîyên tevî Paşînyan çawa dîyaloga sade tê hesabê”,-sîyasîzan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button