Sereke

Serokê Kurdistanê name Organîzeya Netewên Yekbûyîra şandîye û bona piştgirîya hindava mîyaserkirina xala 14O-î berbirî organîzeyê bûye

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî name Organîzeya Netewên Yekbûyîra şandîye û hîvî kirîye ku bona mîyaserkirina xala konstîtûsîya Îraqêye 14O-î, piştgitrîyê bidin, ya ku wê statûsê bide wan nehîyên Kurdistanê û wê alî bike, ku pirsên di navbera Hewlêrê û Begdayêda bêne helkirinê. Nêçîrvan Barzanî name serokê organîzeyê û 15 endamên wêra şandîye. Ewî bang kirîye, ku ew tevî mîyaserkirina xala 14O-î bibin, ya ku wê pêşeroja Kirkûkê û nehîyên Kurdistanêye mayîn bide dîyarkirinê.
Nêçîrvan Barzanîyê serok ev dewekarî pêşda kişandine:
1.Qewatkirina borcdarîyên wekîlê organîzeyê bona helkirina pirsgirêkên di navbera hukumata Îraqê û hukumata Herêma Kurdistanê, bi taybetî bona xebitandina rêsûrsên tebyetî û mîyaserkirina xala 14O-î.

  1. Serokê Herêma Kurdistanê piştgirîyê dide hukumata Îraqê ku Organîzeya Netewên Yekbûyî rola aktîv wextê hilbijartinên li Îraqê bilîze. Bona ku hilbijartinên li Îraqê, bêyî teribandin, meha cotmehêda derbazbin.

3.Piştgirîya fermîye ji alîyê şêwira organîzeyêye bêqezîyabûnêda bona qayîlîya hindava byûcêta dewletê û rêsûrsên tebyetêye di navbera Îraqê û Kurdistanêda.

  1. Zêdekirina alîkarîya hûmanîtarîye bona mihacirên li Herêma Kurdistanê û başkirina qewilên wan meriva, yên ku qampada dimînin.
Zêdetir nîşan bide
Back to top button