Sereke

Erebîzan: syaseta Tirkîyayêye hindava Felestînêda popûlîzma bona bilindkirina qedirê wêye

Nava halê sincirîda, yê di navbera Îsrayêlê û “HAMAS”-ê da, meriv nikare faktora Tirkîyayê hesab hilnede. Derheqa wê yekêda erebîzan Araks Paşayanê gotîye. Bi gotina wê, nava van salên dawîda, bi taybetî piştî hatina Êrdogan, syaseta hindava Felestînêda hatîye guhartinê. “Ew diha zêde bûye piştgirê felestînîya. Nava van salên dawîda Tirkîya bûye welatekî usa, yê ku bi rexnekirin û qîmetkirinên hişkva dijî Îsrayêlê pêşda tê. Enqere kirinên Îsrayêlê çawa têrorîzm nav dike”,-Paşayanê gotîye.Pêşezanê syaseta Tirkîyayê çawa ya popûlîstî nav kirîye, çimkî ew dicêribîne ji wî halê pêşdahatî nava dinîya îslamîda qedirê xwe bide bilindkirinê. Hema eve menî, wekî Enqere Îsrayêlê rexne dike,-erebîzanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button