Tirkîya îslama radîkal nava êzdîyên li bakûrê Sûrîyayê pêşda dikişîne
Yekîtîya Tirkîyayêye dînî, serwêrtîya pirsên ayîna dîn /Dîyanet/ li gundên êzdîyaye li herêma Efrînê, bona pêşxistina îslamîzasîyakirinê, mizgeft çê kirine. Derheqa wê yekêda yekîtîya almanîye Navnetewîye parastina cimeta ragîhandîye. Ewê daye dîyarkirinê, wekî Tirkîya îslama radîkal pêşda dikişîne û ew wî cûreyî li mektebên Almanîyayê mîyaser dike.Wekîlê teşkîletêyî pirsên Rojhilata Navîn Kemal Sîdo daye dîyarkirinê, wekî li gundê Şaderê mizgeft îdî çê kirine û li wir hetanî niha 45 êzdî dijîn, lê pêşîya okûpasîya tirka li wî gundî 45O êzdî hebûn. Tirkîyayê li wir musulmanên radîkal cîhwar kirine, yên ku her dem gavên dijî kurda diavêjin. 96 selefê binelîyên Efrînê kurd bûn, lê piştî okûpasîya tirka hejmara wan gihîşte 25 selefî. Li Efrînê ji 2O hezarî 3O-î hezar kurdên êzîdî diman, lê niha hejmara wan çend cara kêm bûye.