Wezîrên Rûsîyayê, Fransîyayê û Almanîyayêye karên der halê li Qerebagê gotûbêj kirine
Wezîrê Fransîyayêyî karên der Jan Îv Lê Diryan û wezîrê Almanîyayêyî karên der Hayko Maas, wextê axaftina bi têlefonêye tevî wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov, halê li Ûkraînayê, Qerebagê û li ser sînorên ermenîya-azêrîya gotûbêj kirine.Nava cêrga gotûbêjkirinada halê li ser sînorên ermenîya-azêrîya û Qerebagê hatine gotûbêjkirinê.Wezîra dane dîyarkirinê, wekî xweyîkirina rêjîma agirbestê û helkirina hevraqayîlnebûnên sîyasî-dîplomatî pêwîste.Alîyê rûsa daye dîyarkirinê, wekî her tevbûneke teşkîletên navnetewî tenê bi qayîlîya Bekûyê û Yêrêvanê dikare bibe.Wezîreta Fransîyayêye karên der elam kirîye,wekî Jan Îv Lê Diryan derheqa cedandinên Fransîyayêye bona helkirina pirsgirêkên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda daye dîyarkirinê.Bi gotina wezîr, Fransîya hazire nava vê pirsêda tevî Rûsîyayê hevkarîyê bike. Herdu welat jî tevî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hemsedirên koma Mînskêne.