Bernameyên heyî yên hevkarîyên leşkerî yên Ermenîstan-NATO ê û îmkanên berfirehkirina wan hatine gotûbêjkirin
29-30 ê nîsanê dêlêgasîya bi serokatîya alîkarê serokê giştî ya hêzên çekdarên Ermenîstanê Artûr Yêroyan, li navenda NATO ê,beşdarî gotûbêjên salane yên wezîreta parastinê ya Ermenîstanê û bernameya pêşdabirina perwerdehîya parastinê ya NATO li Ermenîstanê bû.
Di hevdîtinê de encamên piştevanîya ku di çarçoveya bernameyê de ji bo sazîyên perwerdehîya leşkerî û navendên perwerdehîyê yên Ermenîstanê hate dayîn, hatin nîqaşkirin û qadên nû yên hevkarîyê hatin dîyarkirin.
Alîya li ser bernameya hevkarîyê ya sala 2024 a li hev kirin û pêrspêktîvên hevkarîyê yên sala sala 2025 a dîyar kirin.
Di çarçoveya hevdîtinê de Artûr Yêroyan bi midûrê hevkarîya ewlekarîyê yê navenda leşkerî ya navneteweyî ya NATO ê gênêral Daçan Tîbêrîû Şêrban re jî axivî.
Bernameyên heyî yên hevkarîyên leşkerî yên Ermenîstan-NATO ê û îmkanên berfirehkirina wan hatin gotûbêjkirin.