SerekeSîyasî

Alîyêv xwe mikur hatîye: Adirbêcanê dijî Ermenîstanê û Qerebaxa Çîya şerê  agrêsîv kirîye

Serokkomarê Adirbêcanê li xwe mikur hat ku ewî dijî Ermenîstanê û Qerebaxa Çîya şerekî dijwar meşand. Îlham Alîyêv di 1 ê gulanê li Bakûyê di merasîma vekirina konferansa cîhanî ya navçandî ya “Dîaloga ji bo aşîtî û ewlehîya cîhanê” de gotîye.

 “Adirbêcanê bi şer aşîtî mîsoger kir. Ez usa difikirim ku divê ev mijar bi hûrgilî bê lêkolînkirin”,-Alîyêv gotîye, û mirov nikare bi wê gotinê razî nebe, nemaze piştî îtirafê, divê ev mijar bi hûrgilî bê lêkolîkirin, bijare ji alîyê dadgehên navneteweyî ve.

“Em mecbûr bûn bi şer  bighîjine aştîyê. Sala 2020 î di encamê şerê neteweyî yê 44 rojan de me piranîya herêmên xwe rizgar kirin.Lê îlona sala par de jî me yekparçeya axa xwe û serwerîya xwe bi temamî vegerand”,- Elîyêv gotîye û careke din rastîyeya şerê ku ji alîyê hemû qanûnên neteweyî û navneteweyî ve hatîye qedexekirin, piştrast kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button