Ermenîstanê û Adirbêcanê beşdarbûna xwe ya hevdîtinên li Almatayê piştrast kirin: wezîreta Qazaxistanêye karên der
Ermenîstanê û Adirbêcanê beşdarbûna xwe ya hevraxeberdanên li Qazaxistanê piştrast kirin, roja lidarxistina wan wê diha dereng bê ragîhandin. Derheqa wê yekêda nûnerê fermî yê wezîreta Qazaxistanêye karên der Aybêk Smêdyarov elamî RIA Novostîyê kirîye.
“Hevraxeberdanên di navbera wezîrên Adirbêcanê û Ermenîstanêye karên der wê li Almatayê pêk bê. Herdu alîyan beşdarbûna xwe îzbat kirine. Roja bûyerê wê bi awayekî din bê ragîhandin”,- Smêdyarov daye kifşê.
Alîkarê wezîrê Qazaxistanêyî karên der Alîbêk Bakayêv roja sêşemê ji RIA Novosti re got ku roja civînê nehatîye diyarkirin, ji ber ku Ermenîstanê hê beşdarbûna xwe îzbat nekirîye.
Fikira hevraxeberdanên di navbera herdu welatan de li Qazaxistanê ji alîyê serokê komarê Qasim Jomert Tokayêv serdana xwe ya vê dawîyê ya li Ermenîstanê û Adirbêcanê hate pêşnîyarkirin.