Sîyasî

Adirbêcan tevî Îsrayêlê hevraxeberdana derbaz dike ku sîlihên nû bikire

Adirbêcan tevî Îsrayêlê hevraxeberdana derbaz dike ku sîlihên nû bikire.Derheqa wê yekêda sîyasetmetdarê îsrayêlî Alêksandr Sînkêr gotîye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan hevraxeberdana derbaz dike û têra dibîne bahê du mîlîyard şêkêla sîlih ji Îsrayêl bikire.Pêşda cêrge têlêgiram-kanalên îsrayêlî elam kiribûn, wekî li firegehên Îsrayêlêye leşkerî zû-zû avtomaşînên barbir tên û teyarên Adirbêcanêye barbir li wir disekinin.

Em serda zêdekin, wekî dironên îsrayêlîye sala debazbûyî, Adirbêcanê wextê agrêsîya dijî Arsaxê dane xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button