Sereke

Peymana aşîtîyêye tevî Adirbêcanê tenê piştî helkirina pirsgirêka Qerebagêye bi rêya edil dikare bê morkirinê:Armên Grîgoryan

Me tu pêşnîyarek nestendîye ku peymana aşîtîyê wê bibe, çawa bibe, lê derheqa wê yekêda tabîya me heye: peymana aşîtîyê dikare piştî helkirina pirsgirêka Qerebagêye nava dorana koma Mînskêda bê morkirinê.

Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî “Têlêvîzîyona Civakî”, sêkrêtarê Encûmana Ermenîstanêye Bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan gotîye, dema ku ewî derheqa wan elametîyên  serokê Adirbêcanêda xeberdaye, ku Adirbêcan pênşnîyar dike ku peymana aşîtîyê morkin, lê alîyê ermenî bersiva wê yekê nade.

“Van axirîya hemsedira elametî belav kirîye, gotine ku hazirin dora helkirina pirsgirêkê berevbin û ewê bibe peymana aşîtîyêye here baş. Ev e rê, em bona wê yekê hazirin. Adirbêcan niha bona wê yekê hazir nîne, lê pirsgirêka Qerebagê jî kifşkirina sînorava girêdayî nîne, ew pirsên cudane”,-Armên Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button