Sereke
Nîkol Paşînyan wê bi seredana fermî here Gurcistanê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê 8-ê îlonê bi seredana fermî here Gurcistanê. Derheqa wê yekêda Paşînyan wextê gotûbêjkirina bernama hukumatêye li parlamêntê gotîye.
Serokwezîrê Ermenîstanê derheqa hewaskarîya serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Garîbaşvîlîye bona aktîvkirina hevkarîya ermenîya-gurcaye êkonomîkîda daye dîyarkirinê.
«Ez nikarim derheqa emekê Garîbaşvîlîye nava teşkîlkirina paşdavegerandina dîlên me, yên ku 12-ê tîrmehê hatin, nedime dîyarkirinê»,- bi ragîandina «Armênprêss»-ê Paşînyan gotiye.