Sereke

Plasçêrt: hilbijartinên îraqîye zûtirekê wê ji yên mayîn cudabin û kemala wan bona pêşeroja Îraqê girînge

Wekîla sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûîye li Îraqê Janîn Hênîs Plasçêrtê elam kirîye, wekî hilbijartinên li Îraqê zûtirekê wê ji yên mayîn cudabin û kemala wan bona pêşeroja Îraqê girînge.

Wextê brîfînga li Organîzeya Netewên Yekbûyî, Plasçêrtê îzbat kirîye, wekî hilbijartinên cotmehê wê ji yên sala 2O18-a cudabe. Ewê serda zêde kirîye, wekî aminaya hindava hilbijartinên meha cotmehê wê bona pêşeroja Îraqê girîngbin.

Ewê daye dîyarkirinê, wekî vê carê pênc cara zêdetir wekîlên organîzeyê wê dîna xwe bidine hilbijartina. “Boykotkirina hilbijartina ne bona bijarvana, ne jî bona sîyasetmetdara stratêcîya kardar nîne”,-Plasçêrtê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button