Sereke

Berevbûnên wezîreta parastinêye sêmehê destpê bûne

Li Ermenîstnê berevbûnên sêmehê destpê bûne, yên ku nava dorana civakêda hewaskarî pêşda anîne û ew bûne têma gotûbêjkirinê, bi hesabhildana ew halê ku piştî şêr pêşda hatîye. Tevbûên şêr û ewên ku zûva qulix nakin, bangî welatîya dikin ku bi cabdarî nêzîkî wan berevbûna bibin.Bi fikira şiroçîyê leşkerî-sîyasî, armanca van berevbûnên sêmehê ew e, ku dereca şerkarîya wan meriva bidine bilindkirinê, yên ku berê qulix kirine, lê niha na.

Xêncî wê yekê şiroçî dibêjin, wekî tiştekî sîyasî jî navda heye, bi kîjanê Ermenîstan nîşan dide, ku eskerê ermenî heye û bêaçixîya dîtîra qayîl nîne û hazire tabîyên xwe bide dasekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button