Sereke

Lîdêrên kurd cejina êzdîyaye ruhanî pîroz kirine

Lîdêrên Kurdistana Îraqêye derecebilind, girêdayî cejina êzdîyaye ruhanîra êzdî pîroz kirine û careke mayîn derheqa mafên olên kêmjimarda xeberdane.

“Girêdayî Eyda Cumêra, ez Mire êzdîya, Bavê Şêx, Şêwira ruhanî û hemû xwîşk û birayên êzdî pîroz dikim”,- nava pîrozbahîya xweda serokê Kurdistanêyî berê û serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî gotîye.

Bi bîranîna zêrandinên êzdîyaye ji alîyê têrorêda û komkujîyê, Mesûd Barzanî derheqa piştgirîya xweye hindava êzdîyada û normalkirina hale li Şengalê gotîye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî êzdî pîroz kirine û bo wan aramî, gulvedan û cejinên xweş xwestîye.

“Mixabin, îsal jî em vê cejinê wî çaxî derbaz dikin wextê ku bi hezara xwîşk û birayên me hê li cem têrorîstên DAİŞ-ê nava dîltîyêdanin, bi hezara malbatên êzdîya hê qampên mihaciradanin, çimkî ew nikarin paşda vegerine cîh û warên xwe. Emê hemû tiştî bikin ku yazîya êzdîyên bêserberate undabûyî bidine zelalkirinê û xilazkirinê. Emê bicedînin ku hemû êzdî paşda vegerine li cîh û warên xwe”,- Nêçîrvan Barzanî gotîye.

Mesrûr Barzanîyê serokwezîr jî hemû êzdî pîroz kirine û daye dîyarkirinê, wekî hukumatê çawa parêzera mafên wan bimîne. Ewî gotîye, wekî hukumata Herêma Kurdistanê tu qewata nahêvşîne ku êzdîyên mihacir paşda vegerine malên xwe û bi hevkarîya tevî hukumata fêdêral û civaka navnetewî bikaribin Şengalê bidine dasekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button