Sereke
Azêrî dîsa bi dereca dewletê qîmetîyên mesîhîtîyêye ji sedsala hatî wêran û tune dike
Bi hesabhilnedana bangên sîstêmên navnetewî, azêrî dîsa bi dereca dewletê qîmetîyên mesîhîtîyêye li Arsaxê, yên ku ji sedsala hatine, wêran û tune dikin.Dêr, kevirxaç, heykelên dîrokîye mayîn tên xirabkirinê. Mesele, anegorî înformasîyonên stendî, li nehîya Hadrûtê hemû mûzêy hatine talankirinê û şewitandinê. Mixabin, li hev hatîye beşeke biçûk ji destên barbara bidine xilazkirinê.
Li mêvanxana Stêpanakêrtê ya “Avropa”-ê pêşengeh hatîye vekirinê, kîjanêda nimûnên raberkirî derheqa heykelên ruhanî û dîrokîye xirabkirîda, yên wextê şerê 44 roje, gilî dikin.
Teşkîldarên pêşengehê hêvîdarin, wekî rojekê heqîtî wê bê dasekinandinê.