Sereke

Ermenîstan hazire tevî Adirbêcanê şuxulkarîya dîyarkirin û cudakirina sînora destpêke: Armên Grîgoryan

Ermenîstan hazire tevî Adirbêcanê şuxulkarîya dîyarkirin û cudakirina sînora destpêke. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamavana, sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê, Armên Grîgoryan gotîye û serda zêde kirîye, wekî nêzîkbûneke bona wê yekê jî paşdavekişandina eskerên Ermenîstanê û Adirbêcanêye, bona ku eskerên sînorxweykir bêne cîhwarkirinê û şuxulkarîya dîyarkirin û cudakirina sînora destpê bikin.

“Me elam kirîye, wekî em bona wê şuxulkarîyê hazirin û wî alîda em hîvîya Adirbêcanêne”,- Grîgoryan gotîye û serda zêde kirîye wekî Adirbêcanê derheqa wê yekêda li Organîzeya Netewên Yekbûyî gotîye, lê şuxulkarî pêşda nalive.

Bi wê yekêva tevayî, ewî daye dîyarkirinê, wekî kifşkirina sînoraye ewlin, hêna Sovyêtê, salên 192O-î: 1926-1927-a destê bûye û sala 1929-a ser hevda hatîye. Hîmê xerîtên piştî wê yekê hema ew xerîte bûne. Xerîte nava koma xebatêda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button