Sala 2O21-ê nêzîkî du mîlîyon tûrîst li paytexta Kurdistana Îraqê-Hewlêrê qesidîne. Derheqa wê yekêda serokê dêpartamênta Hewlêrêye tûrîzmê Îsmayîl Mînaxan gotîye.Bi wê yekêva tevayî ewî daye dîyarkirinê, wekî sala tê ew têra dibînin ku diha zêde tûrîst bêne Hewlêrê. Îsmayîl Mînaxan gotîye, wekî ev hesab anegorî hesabên li ser gumirka û firegeha hatine tomerîkirinê.
Nava raporta xweda serokê dêpartamênta Dihokêye tûrîzmê Xêyrî Elî gotîye, wekî sala 2O21-ê mîlîyon nîvek tûrîst çûne Dihokê.