H’emû nûçeSereke

Normalkirina heleqetîyên ermenîya-tirka wê karê bide temamîya cîhanê: wekîlê Rîysîyayêyî li Organîzeya Netewên Yekbûyî

Cîgirê wekîlê Rûsîyayêyî li Organîzeya Netewên Yekbûyî Dmîtrî Polyanskî bersivên pirsên ajansa tirkîye înformasîyon daye.

Anegorî înformasîya ajansa Anadolûyê, Dmîtrî Polyanskî daye dîyarkirinê, wekî hevraxeberdanên bona normalkirina heleqetîyên ermenîya- tirka ji alîyê Rûsîyayêda bi razîbûn hatîye qebûlkirinê.

«Mîyaserkirina hevdîtinêye li Moskvayê tiştekî nişkêva nîne. Him Tirkîya, him jî Ermenîstan hevkarên meye başin.Em piştgirîyê didine berfirehbûna torên herêmî. Li vir nava alîyada kêmasîya aminayê heye û wê yekê gerekê altkin. Temamîya dinîyayê wê ji normalbûna heleqetîyên ermenîya-tirka karê bistîne»,- Dmîtrî Polyanskî  gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button