H’emû nûçeSereke
Sûbsîdasîyakirina cîguhastinên bi gemîya wê rîska bide kêmkirinê: Vahan Kêrobyan
Rîya avtomobîlaye ku Larsêra derbaz dibe, vê gavê vekirîye. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye.
«Niha qewilên hewê usanin, wekî nava temamîya rojêda Lars dikare bê girtinê, paşê vebe, lê niha qezîya girtina bi wedê dirêj tune. Hetanî ku em pirsa cîguhastina baraye bi rêyeke mayîn me hel nekirîye, ew rîsk wê her dem jî hebe»,-wezîr gotîye.
Vahan Kêrobyan bîr anîye, wekî hukumatê begemî daye piştgirtina progirama cîguhastina baraye bi gemîya, ya ku wê piştî hevtêkê bê îzbatkirinê. Ewî gotîye, wekî bi wî cûreyî rîskê diha kêmbin.