H’emû nûçeSereke

Paşînyan û Pûtîn derheqa girîngîya koma Mînskêda îzbat kiribûn

Alîyê  ermenî derheqa amadebûna xweda ya bona qewînbûn û aşîtîya li herêmê careke mayîn îzbat dike. Derheqa wê yekêda berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan gotîye, wextê ku ewî derheqa xala 24-a da ya elametîya 19-ê nîsana sala 2O22-a, ya serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, xeberdaye. Xala 24-a da serokatîyên herdu welata ne tenê derheqa emekê aşîtîparêzên rûse li Arsaxê dididane dîyarkirinê, lê usa jî derheqa potênsîyala koma Mînskê û girîngîya xebitandina cêribandinêda didane dîyarkirinê.

Berdevkê wezîretê bîr anîye, wekî li gorî xala 24-a serokwezîrê Ermenîstanê û serokê Rûsîyayê fikir dora halê li Qafqasîya Başûr pevguhartine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button