H’emû nûçeSereke

Lîdêrê kurd Mesûd Barzanî cejina êzdîyaye Çilê Havînê pîroz kirîye

Lîdêrê kurd Mesûd  Barzanî ser navê şêwira êdîyaye Ruhanî û temamîya êzdîyên Kurdistanê û temamîya dinîyayê pîrozbahî şandîye.

«Girêdayî evê cejina bedew, Çilê Havînêra, ez bi germahî şêwira êzdîyaye Ruhanî, usa jî hemû êzdîyên Kurdistanê û temamîya dinîyayê pîroz dikim. Ez hêvîdarim, wekî hemû xwîşk û birayên êzdî wê hemû cejinên xweye dînî nava aşîtîyê û  aramîyêda derbazkin. Ez cejineke baş bo we dixwezim»,- Barzanîyê lîdêr nava pîrozbahîyêda gotîye.

 Dîsa wê rojê serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr  Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êzdî pîroz kirine.

Nava salêda du cara êzdî  vê cejinê didine kifşê: Çilê Havînê û Çilê Zivstanê. Cejina havînê sê roja dikişîne, lê ya  zivstanê du roja.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button