H’emû nûçeSereke

Nênsî Pêlosîyê êrîşên Adirbêcanêye ser Ermenîstanê gunehkar kirîye: DW

Têlêvîzîona almanîye DW ê derheqa seredana seroka palata wekîla, ya Kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Nênsî Pêlosîyêye li Yêrêvanê daye dîyarkirinê, wextê kîjanê ewê êrîşên Adirbêcanêye neqanûnî, yên li ser Ermenîstanê gunehkar kirîye.

Têlêvîzîonê daye dîyarkirinê, wekî Pêlosîyê gotîye wekî êrîş bi înîsîyatîva azêrîya qewimîye û ew yek gerekê bê naskirinê.

Ajansê nivîsîye, wekî bi gotina şiroçîya, Adirbêcanê texmîn kirîye, wekî Rûsîya bi Ûkraînayêva mijûle û êrîş birîye ser Ermenîstanê. Derheqa gotina Alên Sîmonyanda jî hatîye dîyarkirinê, wekî ewî gotîye ku Ermenîstan ji Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv nerazîye û sîstêm mînanî wî sîlihîye, kîjan çeka agir nake.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button