SerekeSîyasî

Kalyûrandê bangî Adirbêcanê kirîye ku hindava elametîya 9 ê mijdarê û borcdarîyên xwe amin bimîne

Parlamêntvana parlamênta Avropayê, seroka dêlêgasîya pêwandîyên tevî Qafqasîya Başûr  Marîna Kalyûrandê, girêdayî kirinên Adirbêcanêra xemgînîya xwe daye dîyarkirinê, rûyê kîjanêda eva serê çend rojaye ku sivdera Laçînê girtîye û Arsax ji dinîyayê qetîyaye.

“Ez xemgînim, wekî ji 12 ê kanûnêda destpêkirî rîya tek-tenê, korîdora Laçînê ji alîyê desthilatdarîya Adirbêcanêda hatîye girtinê, ya ku bona binelîyên ermenîye li Arsaxê, xeta  jîyînêye.

Serbara serda lûla gazêye ku nava axa bin kontrola azêrîyadane, hatîye girtinê, rûyê çida Qerebag bêyî gaz maye û rîska qezîya hûmanîtarî heye”,- parlamêntvanê gotîye. Ewê bangî hukumata Adirbêcanê kirîye ku ew borcdarîyên xwe biqedîne û ji kirinên wî cûreyî dûr bimînin.

“Ez careke mayîn didime dîyarkirinê, wekî qayîlnivîsara aşîtîyê pêwîste, ya ku gerekê garantîya mafên binelîyên Qerebagêye ermenî û ewlehkarîya wan bide.
Ez bang dikim, ku  bi dereca here bilind hevraxeberdana bi naçîgarîya Yekîtîya Avropayê bidine dasekinandinê û hal bidine milahîmkirinê”,- Kalyûrandê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button