Sîyasî
Li Yêrasxê îdara mêtalûrgîyayêye ermenîya-amêrîkîya tê çêkirinê /vîdêyo/

Li Yêrasxê îdara mêtalûrgîyayêye mezin, ya ermenîya-amêrîkîya tê çêkirinê, bona kîjanê 70 mîlyon dolar hatîye învêstîsîyakirinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan rûpelê xweyî facebook da nivîsîye.
“Bilindaya avayê wê îdarê 30 mêtre, goveka wê 16 500 çargoşe mêtre, li kîderê wê salê 180 000 tonna eşîya bê deranînê. Niha 200 meriv li wir dişuxulin, lê piştî destpêka xebatê 1000 meriv wê li wir bixebitin”,-Kêrobyan nivîsîye.