Sîyasî

Qezîya hûmanîtarî dikare li ser sînorê Avropayê şerê nû pêşda bîne:National Journa ê derheqa krîzeya li Qerebaxê nivîsîye

National Journa ê derheqa halê li Qerebaxê nivîsîye û bîr anîye, wekî rojekê pêşda li komîsîya pêwandîyên der ya Sênata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî guhdarkirin hatine pêkanînê, bona ku bidine zelalkirinê, ku desthilatdarîya amêrîkî bona pêşîgirtina krîzeya mezin çi dike.

Mafparêz û pêşezanên goveka hiqûqî dibêjin,wekî li Qerebaxê paqijkirinên êtnîkî tên mîyaserkirinê. Serokê komîsîya Sênatêye pêwandîyên der Bob Mênêndês ew fikir wekilandîye û daye dîyarkirinê, wekî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û desthilatdarîya welêt dicêribînin wan meriva birçîna bikujin û vî cûreyî bikine bin kontrola xwe.

Ji înstîtûta lêkolînên mafên mêriv, ya ûnîvêrsîtêya Kolûmbîyayê Dêyvîd Fîlîps gotîye, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî gerekê sanksîyayên qanûna magnîtskî bide xebatê, bi kîjanê qedexe dikin ew meriv bêne Ştatên Yekbûyî û hebûna wan bidine qerimandinê, usa jî serokê Adirbêcanê bînin ber cabdarîyê.

“Wê yekê dikarin bona tehsîrkirina ser xirabkara bidine xebatê”,- kovarê nivîsîye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî hinek pêşezan eşaretîyê didin, wekî dikare xûnrêtin biqewime, heger halê hûmanîtarî lez neyê rastkirinê. Adirbêcan sîliha û leşkera li rex Qerebaxê berev dike, çawa ku sala derbazbûyî Rûsîyayê li rex Ûkraînayê kir.Meriv dibêjin, wekî êrîşa ser Ermenîstanê jî tiştê bûyînêye.

“Em dibînin wekî rêjîma Elîyêv gelek sîlih û leşker li nêzîkî sînorê Ermenîstanê û Qerebaxê berev kirine”,- wekîlê Ermenîstanêyî li Yekîtîya Avropayê Tîgran Balayan gotîye miqaledarê kovarê.

Ewî bi hêvîdarî gotîye, wkî halê sazbûyî dikarin tenê bi rîya dîplomatî rastkin.

Wezîrê Qerebaxêyî dewletê, yê berê Artak Bêglaryan jî gotîye, wekî li Stêpanakêrtê hal çiqas diçe xirab dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button