Sîyasî

Dinîya bi bêdengî dîna xwe dide ku çi cûreyî komkujîke ermenî jî pêk tê û bi destê zorê ermenîya derdixin: Genocide Watch

Piştî naskirina komkujîya Ermenî, ya ji alîyê serokê Ştatên Yekbûyî Co Baydênda, dinîya bi bêdengî dîna xwe dide ku çawa komkujîke Ermenî jî pêk tê û ermenî bi destê zorê tên derxistinê. Derheqa wê yekêda nava miqala  Genocide Watch  ê da  hatîye gotinê.

Li gorî miqalê hatîye dîyarkirinê, wekî derxistina ermenîyên Qerebaxê û komkujî encamê şerê bi deha salaye. Miqalêda usa jî derheqa encamên êrîşa 19 ê îlonêda hatîye dîyarkirinê.

Hatîye gotinê, wekî derxistina merivaye bi destê zorê xirabkarîya dijî merivatîyêye.

Xêncî wê yekê miqalêda hatîye gotinê, wekî propaganda azêrîya dijî ermenîyaye û Adirbêcan dîroka Ermenîstanêye kevinar, dêr û heykelên wan dide tunekirinê.

Miqala çapbûyîda usa jî hatîye gotinê, wekî Avropa mînanî komkujîya sala 1915 a nikaribû komkujîya Ermenîya bida sekinandinê.


 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button