Sîyasî

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der û cîgirê serokê komîsîya Avropayêye pirsên bona herdu alîya hewaskar gotûbêj kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Bryûsêlê rastî cîgirê serokê komîsîya Avropayê Margarîtîs Sxînas hatîye.

Wextê hevdîtinê, cêrge pirsên rojeva hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê hatine gotûbêjkirinê. Girêdayî kûrbûna dîyaloga bona alîyên cuda-cuda razîbûn hatîye elamkirinê û hatîye dîyarkirinê, wekî alî amadene ku bi înîsîyatîvayên nû karê bidine berfirehbûna wê yekê.

Bi slavikrina  birîyara derheqa destpêkirina dîyaloga azakirina rêjîma vîzayê, Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî qebûlkirina birîyara dawî wê li gorî hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêbe.

Xeberdan derheqa pêşkeftina Ermenîstanêye nava cêrge govekada çûye û qewînbûna înstîtûtên dêmokrasîyêye li Ermenîstanê, werguhastinên nava goveka parastina mêrivda girîng hatîye hesabkirinê.

Xeberdan usa jî derheqa pirsên herêmîda çûye. Wezîrê Ermenîstanêyî karên der derheqa tabîya Ermenîstanêye bona aşîtîya wededirêje li herêmê û gavên Ermenîstanêye bona piştgirîya ji sed hezarî zêdetir ermenîyên Qerebaxêda raber kirîye, yên ku bi destê zorê ji Qerebaxê hatine derxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button