Sîyasî

Wezîrê dewletê li wezîreta derve ya Almanyayê bi rêya têlefonê bi Mesrûr Barzanî re axivî

Wezîrê dewletê li wezîreta derve ya Almanyayê bi rêya têlefonê peywendî bi serokê hukumeta Herêma Kurdistanê kir.

Wezîrê dewletê li wezîreta derve ya Almanyayê bi rêya têlefonê peywendî bi serokê hukumeta Herêma Kurdistanê kir û êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir, herwesa serexweşî lê kir û hevxemî û piştevanîya welatê xwe jê re dîyar kir.

Serokê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ji alîyê xwe ve spasîya piştgirî û hevsozîya welatê Almanyayê kir.

Herdu alî li ser giringîya berdewambûna hêzên hevpeymanan li ser erkên wan ji bo alîkarîkirina Îraqê û Herêma Kurdistanê di berhingarbûna têrorê de hevnerîn bûn.

Pareka dî ya danûstandinên wan girêdayî çarekirina arêşeyên Herêma Kurdistanê û hukumeta Îraqê û dabînkirina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button