Klîpa strana “Ladanîva” ya bi navê “Jako” 3 mîlyon temaşevanên wê hene
Vîdyoya strana “Jako” 3 mîlyonî zêdetir temaşevanên wê hene û ew ji vîdyoyên herî temaşekirî yên “Eurovision” 2024 a da dimîne. Derheqa wê yekêda “Armeniain Eurovision” ê ragîhandîye.
Pêşbirka strana “Eurovisionê” de îsal Ermenîstan ji alîyê koma “Ladaniva” ve bê raberkirin.
Nava teşkîla “Ladaniva” ê danin dengbêja ermenî Jaklîn Baxdasaryan û înstrûmêntalîstê fransî Lûî Tomas,tevhevîyeke geş ya bandorên mûzîka gelêrî û cîhanî ya ermenî ye. Ji mêlodîyên Balkanan bigire heya rîtmên maloya, caz û Rêgîye.
Stranên wan sînorên mûzîkê berfireh dikin, awazên kevneşopî yên ermenî bi dengên ku ji seferên berfireh yên li Amêrîkaya Latînî, Afrîkayê îlhama xwe distînin têkel dikin. Mûzîka “Ladanîva” ronîkirina esilê piralî û eleqeya têrker ya komê ya ji çanda cîhanê re ye.