Sîyasî

Dadgeha fêdêralî biryara dana pênc kursîyan ji bo pêkhatan pejirand

Dadgeha bilind ya fêdêralî ya Îraqê biryara desteya dadwerîyê ya hilbijartinên Îraqê ji bo dana pênc kursîyên parlamana Kurdistanê ji bo pêkhatan di çarçoveya 100 kursîyên parlamanê de pejirand.

Desteya dadwerîyê ya hilbijartinan, ku girêdayî encûmena bilind ya dadwerîyê ya Îraqê ye, di bersiva hejmareke salayan de ku ji alîyê pêkhatên Herêma Kurdistanê ve hatine pêşkêşkirin, biryar da ku di çarçoveya 100 kursîyên parlamana Kurdistanê de, pênc kursî ji bo pêkhatan bên terxankirin. Yanî 95 kursî dê giştî bin, pênc kursîyên din jî dê girêdayî pêkhatan bin.

Dadgeha bilind ya fêdêralî ya Îraqê biryara desteya dadwerîyê ya hilbijartinên Îraqê pejirand. Li dû têkista wê biryarê ku roja döþemê derketîye: pênc kursîyên pêkhatan bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê tên parvekirin:

1. Hewlêr: du kursî (yek ji bo xiristîyanan û yek ji bo tirkmênan)

2. Silêmanî: du kursî (yek ji bo xiristîyanan û yek ji bo tirkmênan)

3. Dihok: yek kursî ji bo ermenan.

Pêştir dadgeha fêdêralî ya Îraqê biryar dabû ku hejmara kursîyên parlamana Kurdistanê ji bo 100 kursîyan kêm bike, komîsyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan jî li dû wê biryarê ew kursî bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê belav kiribûn: 34 kursî ji bo Hewlêrê, 38 kursî ji bo Silêmanîyê, 25 kursî ji Dihokê û sê kursî jî ji bo Helebceyê.

Berdevka komîsyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan ya Îraqê Cûman Xelayî ji K24 ê re ragîhand: “Piştî biryara desteya dadwerîyê ya hilbijartinan, careke din encûmena komîsyaran bi merema rêkxistina parvekirina 95 kursîyên din yên parlamana Kurdistanê li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê dicive, piştî ku pênc kursî di çarçoveya 100 kursîyan de ji bo pêkhatan hatin terxankirin”.

Ji alîyekî din ve rûniştina yekê ya dadgeha fêdêralî ya Îraqê ji bo danûstandinên li ser skalayeke serokê hökömeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derheqa parvekirina kursîyên parlamana Kurdistanê û nehêlana kursîyên kutayan de tê birêvebirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button