Sîyasî

Di şêwra sîyasî de, wezîrên karên derve yên Ermenîstanê û Ûkraynayê mijarên hevkarîyên dualî, rojeva navneteweyî û herêmî gotûbêj kirine

17 ê hezîranê, di navbera wezîretên karên der yên Ermenîstanê û Ûkraînayê  li Kîyêvê şêwirên sîyasî pêk hatin.Şanda Ermenîstanê bi serokatîya cîgirê wezîrê  karên der yê Ermenîstanê Mnasakan Safaryan û ya Ûkraînayê jî bi serokatîya cîgirê wezîrê karên der yê Ûkraînayê Yêvhên Pêrêbîynîs bû.

Li gorî ku ji “Armênprêss”ê ji wezîreta karên der ya Ermenîstanê hat ragîhandin, di hevdîtinan de, li ser gelek mijarên rojeva sîyasî ya dualî hatin gotûbêjkirin, hêvîyên zêdetir aktîvkirina hevkarîyên di warên girîng yên dualî de hatin gotûbêjkirin. Alîyan li ser mijarên hevkarîyê di warên bazirganî, aborî, yasayî û peymanî û yên din de gotûbêj kirin.

Li gorî çavkanîyê di civînê de li ser mijarên girîng yên rojeva navneteweyî û herêmî di hevdîtinê de nêrînên xwe anîn ziman. Hevdîtinan tekezî li ser peywendîyên berdewam di navbera her du welatan de li ser astên cuda û pevguhertina demkî ya ramanan kirin

Hêjayî gotinê ye ku alîyê Ûkraînayê bi hûrgilî li ser rewşa navçeyê ya ji ber êrîşên Adirbêcanê û dagîrkirina axa Ermenistanê ya serwêrî û herwiha li ser hewlên Komara Ermenîstanê ya ji bo asayîkirina peywendîyan hatîye agahdarkirin.

Li gorî daxuyanîya wezîreta karên der ya Rûsîyayê, Mnasakan Safaryan ji heyeta Ûkraînayê re derbarê înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ku ji alîyê hukumeta Ermenîstanê ve ji bo dabînkirina îstiqirar û geşepêdana aborî li herêmê hatîye raberkirin, ku li ser esasê prînsîpên serwêrî û yekparçeyîya axê, lihevkirin û wekhevîyê hatîye avakirin, agahdar kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button