Ji sala 2020 î vir ve, Adirbêcan zêdetirî 570 nimûneyên dîrokî û çandî yên Ermenîstanê hilweşandine
Di salên 1960 î de ji alîyê Sovyêta Adirbêcanê ve xirabkirina mîrateya dîrokî û çandî ya ermenîyan li Bekûyê, Naxçêvanê, Ganzakê û deverên din yên Qerebaxê dest pê kir. Damezrînerê mûzexaneya “Parka neteweyî ya peykeran” û damezrînerê rêxistina sîvîl “Parêzvanê mîrateya çandî ya çyayên Ermenîstanê” Artûr Gêvorgyan di axaftina xwe ya bi Sputnik Armênîyayê re gotîye.
“Berevajî serdema berê, di şerê sala 2020 a de dema leşkerên Adirbêcanê di destên wan de têlêfonên smart hebûn, dîmenên xirabkirina wan kişandin û li ser întêrnêtê belav kirin. Hukumeta Adirbêcanê, ji ber ku fêhm kir ku ew bi rastîyên berbiçav yên ku ji hêla dadgehên hiqûqa navneteweyî ve têne ceza kirin, yekser ew qedexe kir. Lê belê, bêyî vê yekê, îro îmkana kişandina fîlmên fezayê jî heye, ku hûn dikarin bi wê yekê bibînin ku li her beşê çi diqewime.
Li gor gotina wî, di şerê 44 rojî yê sala 2020 î de û berî wê, zêdetir bîrdarîyên mîrata dîrokî û çandî yên Ermenîstanê li Arsaxê û navçeyên cînaran hatin wêrankirin, ku piranîya wan abîdeyên qurbanîyên şerê mezin yê niştimanî, û piştî şer de, azêrîyan her heftê 3-4 kevirên xaçê hilweşandin.
Piştî sala 2020 î, heta niha, azêrîyan zêdetirî 570 nimûneyên mîrateya dîrokî û çandî ya Ermenîstanê ji holê rakirine. “Bi rastî hefteyek nîne ku bûyerên wiha neyên tomarkirin. Tişta ku îro ji me re maye ew e ku em van rastîyan berhev bikin û pêşkêşî dadgehên navneteweyî bikin. Ji bo van mijaran di hemû qadên navneteweyî de bên raberkirin û ne tenê ji bo hişyarkirina alîyê Rûsîyayê, bi giştî civaka navneteweyî û zextan”.
Bîr bînin, wekî nûnera wezîreta karên der ya Rûsîyayê Marîya Zaxarovayê, di civîna çapemenîyê ya 28 ê tebaxê de, li ser wêrankirina abîdeyên lehengên Sovyêtê li Arsaxê hat pirsîn. Zaxarovayê gotîye ku Rûsîya bi berdewamî him bi Bekûyê him jî bi Yêrêvanê re mijara parastina bîrdarîyên welatparêzê mezin nîqaş dike.