Yêrêvan dibêje wekî diqewime çareserbûna ewlehîya rîya tevî Adirbêcanê bê kirinê, ya bi destî ajansên şexsî
Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Mnasakan Safaryan gotîye, wekî Yêrêvan dibêje wekî diqewime çareserbûna ewlehîya rîya tevî Adirbêcanê bê kirinê, ya bi destî ajansên şexsî.
“Armênprêss” ê ragîhandîye wekî derheqa wê yekêda Mnasakan Safaryan wextê qisa tevî rojnamevana gotîye, dema ku ewî derheqa elametîya Nîkol Paşînyanda xeberdaye.
Mnasakan Safaryan daye dîyarkirinê,wekî Nîkol Paşînyan gotîye ku diqewime çareserkirina ewlehîya rîya bi destî ajansên şexsî bê kirinê. “Belê, ewî gotîye ku diqewime usa bibe, heger înformasîyake başqe hebe, emê derheqa wê yekêda bêjin”,- cîgirê wezîrê karên der gotîye û serda zêde kirîye, wekî kompanîya ewlehîyêye şexsî gerekê usa jî wê beşê biparêze, ya ku wê nava Adirbêcanêra derbazbe.
Mnasakan Safaryan usa jî serda zêde kirîye,wekî li ser sînor wê usa jî sînorxweykir û xebatkarên gumrikê hebin.
Bi gotina wî, ew yek dikeve nava projeya “Xaçerêya aşîtîyê”.