Sîyasî

Fûnksîyona dabînkirina ewlehîya peywendîyên ku di nav axa Komara Ermenîstanê re derbaz dibin ji Komara Ermenîstanê re veqetandî ye: Paşînyan

2020 Li gorî daxuyanîya sê alî ya 9 ê mijdarê, erka dabînkirina ewlehîya peywendîyên ku di nav axa Komara Ermenîstanê re derbaz dibin, ji Komara Ermenistanê re hatîye veqetandin.

Nîkol Paşînyan dema bersiva pirsa guhdarên dibistana Havînê ya meclisa netewî gotîye.

“Di van demên dawî de nîqaşên li ser peywendîyên herêmî aktîv bûne, di van nîqaşan de hin xwendin jî hene.

Herî dawî rayedarekî payebilind yê Fêdêrasîyona Rûsyayê ragîhandibû ku di daxuyanîya sêalî ya 9 ê mijdarê de hatîye nivîsandin ku ewlekarîya peywendîyên veguhestinê yên di navbera beşa sereke ya Adirbêcanê û Nxçêvanê de ji alîyê  hêzên nobedarên sînor ve tê dabînkirin.

Ez dixwazim bêjim ku di daxuyanîya sê alî ya 9 ê mijdarê de tiştekî wiha nehatîye nivîsandin. Nivîsareke sade, giştî ye, dikare bê vekirin û xwendin. Berevajî vê, li wir hatîye nivîsandin ku Ermenîstan ewlehîya ragîhandinê mîsoger dike û garantî dike”.

Ewî her wiha gotîye, xala 9 a ya daxuyanîya 9 ê mijdarê li ser vekirina hemû peywendîyên herêmî ye. “Şiroveyên dervayî vê derê ne tenê ne bikêr in, belkî zirardar in jî, û hukumeta  Ermenîstanê bi eşkere û fermî pirojeya “Xaçerêya aşîtîyê raber kirîye û heger kesek li dijî wê projeyê be, bila eşkere bike ka çima li dijî wê ye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button