Nîkol Paşînyan bo beşdarbûna civîna Frankofonîyayêye 19 a hatîye vexwendinê: Olîvîê Dikotînî

Hukumata Fransîyayê Nîkol Paşînyanê serokwezîr teglîf kirîye ku ew beşdarî civîna 19 a, ya Frankofonîyayê bibe. Derbarê wê yekêda baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Olîvîê Dikotînî gotîye rojnamevana.
Em bêjin,wekî 4 û 5 ê cotmehê li Fransîyayê civîna Frankofonîyayêye 19 a wê pêk bê.
“Piştî çend roja, li Fransîyayê civîna Frankofonîyayê wê pêk bê û Nîkol Paşînyanê serokwezîr jî wê bi mêvandarî bê qebûlkirinê. Têma Frankofonîyayê wextê hevdîtinên wezîrê Fransîyayêyî karên der Stêfan Sêjûrnê tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û Nîkol Paşînyanê serokwezîr hatîye gotûbêjkirinê”,- Dikotînî gotîye.
Bi gotina wî, civîna Frankofonîyayê di navbera herdu welatada pêwandîke taybet saz dike.Bayloz gotîye wekî ew yek bona Ermenîstanê bi kemala stratêcîva dîyare, çimkî hevkarîya piralî têra tê dîtinê.
Em bîr bînin,wekî hevdîtina serokên welatên endamên organîzeyê ji sala 1986 a da pêk tê. Wextê wan civîna, serokên hukumata sîyaseta navneteweyî, êkonomîka hemcîhanî, hevkarîya Frankofonîyayê, mafên mêriv û perwerde, çand û dêmokrasî gotûbêj dikin.Mijdara sala 2023 a Ermenîstan berbirî organîzeyê bibû, ku sala 2027 a lîstikên Frankofonîyayêye navneteweyî li Ermenîstanê derbazkin.







